CultureTop

Îsal, çalakiya vekirina Salona Navnetewî ya Hunerên Dîtbarî li Monakoyê diyarî Ermenîstanê ye

Balyozê Ermenîstanê yê Fransa û Monakoyê Hasmîk Tolmacyan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê de bo Monakoyê di 9ê Sibatê de beşdarî merasîma vekirina Salona Navnetewî ya Hunerên Dîtbarî li Monakoyê bû, ku Mîrê Monakoyê Albert II jî amade bû.

Ev çalakiya salane ya ku di bin sîwana Mîrê Monakoyê de pêk tê, îsal bi navê “Ronahî” tê binavkirin û diyarî Ermenîstanê ye. 6 hunermendên Ermenî wek mêvanên rêzdar beşdarî pêşangeha hunerên dîtbarî bûn û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Di vê salona, ku wê forum û nîqaşên, ku ji bo Ermenîstan û çanda Ermenîstanê hatine veqetandin, pêk werin.

Balyoz Hasmîk Tolmajyan di axaftina vekirinê, ya li merasîma vekirina salonê de, ji ber baldarî û qîmeta ku Monakoyê ji Ermenîstanê û çanda Ermenîstanê re nîşan daye gelek spasiyên xwe anî ziman.

Di axaftina taybet a bi Mîrê Monakoyê Albert II re di çarçoveya çalakiyê de, balyoz amaje bi wê yekê kir, ku Azerbaycanê nêzî du mehan Korîdora Laçîn girtiye û ji ber wê jî qeyrana mirovî ya li Artsaxê çêbûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button