EconomicsTop

“Fitch” rêjeya “B+” ya Komara Ermenîstanê ji nû ve piştrast kir, nerîna ji “îstîqrar” berbi “erênî” guhert

Dezgeha nirxandinê ya “Fitch”ê ji bo danasîna deynên demdirêj bi diravên biyanî û diravê neteweyî de, nirxa serwerî ya “B+” ya Komara Ermenîstanê ji nû ve piştrast kir û perspektîfê ji “îstîqrar” ber bi “erênî” ve guhert: Wezareta Darayî ya Komara Ermenîstanê agahdar dike.

Dînamîkên erênî yên aboriyê û mezinbûna aboriyê ya bilind, bingeha nirxandina perspektîfa nirxa serweriya Ermenistanê ye, ku bi awayekî erênî ji hatina mirov û sermayê ya girîng, zêdebûna dahatên bacê û kêmkirina barê deynan, başkirina rewşa derve ya aboriyê we giredayî e.

Bi taybetî mezinbûna aboriya Ermenîstanê ya bilind, ku di sala 2022an de ji %11,6 hat texmîn kirin, ku di 15 salên dawî de herî zêde ye, balkêş e.

Li gorî ajansê, Ermenîstan bi nîşaneyên desthilatdariyê yên bihêz, û her weha çarçoveyek siyaseta makroaborî û darayî ya zexm û pabendbûna pêbawer a reforman derdikeve pêş.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button