All NewsTop

Wezareta Derve ya Amerîkayê Rûsya bi wê yekê gûnekar kirîe ku hewlên çareseriya Ermenî-Azerbaycanê di formata Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê de pûç dike.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vêndant Patel di 10ê Sibatê de di civînekê de Rûsya bi wê yekê gûnekar  kirîe ku hewlên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê ya li ser çareseriya Ermenî-Azerbaycanê pûç dike.

Li gorî wî, piştgirîkirina aştiya li Kafkasya Başûr ne tenê ji bo wê rêveberiyê, lê her weha ji bo Wezîrê Derve Êntonyî Blînkên jî wekî pêşînek neguherbar dimîne, ku bi taybetî bi têkiliyên wî yên rasterast bi serokên Ermenistan û Azerbeycanê re li ser van pirsan diyar dibe.

Û ev e ku em ê berdewam bikin ku li ser bisekinin. Derbarê Rûsyayê de jî, rastî ev e ku êrîş û yekalîbûna Rûsyayê gelek rêgezên hewldanan têk birin, gelek perspektîfên xebatên bibandor di formata Koma Mînskê de têk birin.”

“Piştgiriya aştiya li Kafkasyaya Başûr ji bo me wek pêşînek neguherbar dimîne,” wî got jî

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button