PoliticsTop

Peywendiya telefonî di navbera serokwezîrê Ermenîstanê û serokomarê Tirkiyê de pêk hat

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî.

Li gor ragihandina hikûmeta Komara Ermenîstanê, serokwezîrê Ermenîstanê bi helkefta qurbaniyên erdheja bihêz, ku li navçeyên başûrê rojhilata welêt qewimî, sersaxî û piştevaniya xwe ji Serokomar û gelê Tirkiyê re ragihand. Nîkol Paşînyan ji hemû birîndaran re şîfa xêrê xwest û destnîşan kir, ku balafira ku hêzên rizgarker ên Komara Ermenîstanê ber bi herêma felaketê ve dibir, xwe amade dike, ku ji balafirgeha “Zvartnots” ya Êrîvanê rabe.

Recep Tayyîp Erdogan ji ber piştgirîya serokwezîrê Ermenîstanê spasî kir û destnîşan kir, ku dewleta Tirk re piştgirîya Ermenîstanê pir bi qîmet e û bal kişand ser wê gavê, vek kûrkirina diyaloga di navbera her du welatan de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button