TopWorld

Hejmara qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Sûriyê dikare 8 qat zêde bibe, hejmara qbirîndaran wê bibe 23 milyon: WHO

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da, ku hejmara qurbaniyên erdheja wêranker a ku li başûrê rojhilatê Tirkiyê li nêzî sînorê Sûriyê pêk hat, dibe ku 8 qat zêde bibe. Ev yek ji hêla BBC ve hatî ragihandin.

Hejmara miriyan naha zêdetirî 5,000 e û her ku diçe zêde dibe. rizgarker di şert û mercên cemedê û berfê de, bi baldarî koliyên kavilan kontrol dikin, da ku kesên sax bibînin. WHO hişyarî da, ku dibe ku jimara miriyan heşt qat zêde bibe, ji ber ku rizgarker bêtir qurbanî ji bin kavilan dibînin.

“Mixabin, tiştê ku em her gav bi erdhejan dibînin ev e, ku raporên destpêkê yên kuştî û birîndaran hefteya pêş bi girîngî zêde dibin,” Katherîne Smallwood, pisporê payebilind ê WHO ji bo rewşa awarte li Ewropayê, ji AFP re got.

Pisporê payebilind ê rewşa awarte ya WHOyê Adelheîd Marçang diyar kir, ku li gorî texmînên rêxistinê hejmara kesên ku ji erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê zirar dîtine, dibe ku bibe 23 milyon.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button