PoliticsTop

Girîng e dawî li dorpêçkirina Korîdora Laçîn bê anîn û Azerbaycan û Rûsya berpirsyariyên xwe bi cih bînin: Wezîrê Derve yê Almanya

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Berbuk amaje bi girtina Korîdora Laçîn kir û diyar kir ku li Qerebaxê rewşeke mirovî ya dijwar hatiye afirandin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan got: “Girîng e ku demildest bloka Korîdora Laçîn bi dawî bibe û Azerbaycan û Rûsya berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Me wek YE çavdêrên navneteweyî şandin li hereme.”

Wê zêde kir, ku çirûskek herî piçûk jî dikare bibe agir. Li gorî Wezîrê Derve yê Almanyayê, Almanya jî wê beşdarî wê şandê bibe. “Em wek YE bi zelalî dibêjin ku çalakiya me li wir mîsyoneke çavdêriyê ya bêalî ye. Ev pir girîng e ji ber ku divê ji bo Azerbaycanê jî sûdmend be. Aştî û aramî encax bi danûstandinan pêkan e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button