PoliticsTop

Almanya wê di mîsyona çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê de ciheke girîng bigire

Elmanya wê di xebatên mîsyona çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê de ciheke girîng bigire. Ev yek ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ve, li ser encamên hevdîtina navbera Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Berbok eşkere kir.

“Pêkoşîna Qarabaxê di van 30 salên borî de bûye sedema êş û azarên mirovî yên mezin. Ji bo piştgirîkirina îstiqrara herêmê, YEyê biryar da ku şandeyeke çavdêriyê ya sivîl bişîne Ermenîstanê û Almanya jî tê de ciheke girîng bigire.”

Di belavoka li ser rûpela “Twitter” ya Wezareta Derve ya Almanyayê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button