All NewsTop

Video. Ji du mehe zêdetir e ku Artsax ji ber sedemeke derew ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye dorpêçkirin

Ji du mehe zêdetir e ku Artsax ji ber sedemeke derew ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber qutkirina gaz û ronahiyê ji aliyê Azerbaycanê ve rewşa mirovî gav bi gav ber bi xirabiyê ve diçe, zarokxane û dibistan girtî ne û dukan vala ne. Binpêkirina mafên bingehîn ên 120,000 şêniyên Artsaxî berdewam e.

Rewşa li Artsaxê dengvedaneke berfireh a navneteweyî wergirt û di daxuyaniyên di asta cuda de hat rexnekirin. Stêrk, werzişvan û ermeniyên din ên navdar ên gelê Ermenî jî ji bo agahdarkirina tevahiya cîhanê li ser van gavên neqanûnî yên Azerbaycanê, kedekî mezin heye.

Stêrka Global TV Kîm Kardaşîan di beşa “Story” ya rûpela xwe ya fermî ya Instagramê de vîdyoyek li ser dorpêçkirina Korîdora Laçînê belav kirîe. Di vîdyoyê de zarokên ku li Artsaxê dijîn daxwaz dikin ku dorpêçkirina Artsaxê bê vekirinê. Kîm Kardaşîan 342 mîlyon şopînerên wê hene Instagramê.

Stranbêja ermenî Şêr û çêker Erîk Israêlîan di gotara xwe ya Newsweek de banga boykot û toleyan li dijî Azerbaycanê kirin. Ji ber kiryarên li ber Ermenîstan û Artsaxê. Wan destnîşan kirîe ku dorpêçkirina Azerbaycanê ya li ser Artsaxê niha zêdetirî 120,000 kesan gef dike.

Muzîkjenê navdar ê cîhanê Sêrj Tankyan li ser rûpela xwe ya Twitterê diyar kir ku dema wê hatiye ku serokomarê Amerîkayê û rayedarên Amerîkayê rasterast zextê li Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv bikin. Muzîkjenê navdar ê cîhanê li ser rûpelên xwe yên Instagram, Facebook û Twitterê bang li her kesî kir ku ala Artsaxê li ser rûpelên xwe yên civakî belav bikin, wek nîşana piştgirîya ji Ermenîyên Artsaxê re, yên ku “ji ber kiryarên neqanûnî li ber karesateke mirovî ne. ji aliyê dîktatorê Azerbeycanê ve hatiye dorpêçkirin.”

Di pêşbirka stranê ya “Eurovision 2022” de, delegeya Ermenîstanê Rosa Lînn, li Los Angêlêsê derketîe ser dikê û çakêtê wê renge ala sêrenga ermenî bû ser jî nivisar bû  “Dawî li bloka Artsakh”.

Tenîsvanê Ermenî yê nûnerê Rûsyayê Karên Xaçanov piştî serketina di turnuvaya Opên Australian de ser kamerayê re nivîsî “Artsakh, bimînî xurt” piştgiriya xwe ya ji bo Artsaxê anî ziman.

Ev pêngava Xaçanov li ser înternetê piştgiriyeke mezin dît û karsazê ermenî-amerîkî Alêxîs Ohanyan jî li ser rûpela xwe ya Instagramê parve kir. Ohanyan bi hemû platformên xwe yên tora civakî ve bi awayekî aktîf banga rakirina bloka Artsaxê dike.

Hênrîx Mxîtaryan, futbolîstê kluba futbolê ya “Inter”ê, kaptanê berê yê tîma neteweyî ya Ermenistanê, di serî de li ser rewşa mirovî ya li Artsaxê rawestiya.

Wezîrê Dewlet a Artsaxê Rûbên Vardanyan spasiya ermeniyên cîhanê kir ku dengê xwe gihandine hemû cîhanê û da zanîn ku dengê her Ermenî yê ku dûrî welatê xwe dijî, lê li hember çarenûsa Artsaxê  ne xemsar e, bi qîmet e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button