All NewsTop

Qerebaxa Çiya bi eslê xwe girêdayî Ermenîstanê bûye û her tim bi giranî Ermenî lê dijîn. Gotara Coffrî Robêrtson

Pisporê hiqûqa navneteweyî Coffrî Robêrtson derbarê girtina Korîdora Laçîn a ji aliyê Azeriyan ve di rojnameya The Independent de gotarek weşand û destnîşan kir ku Qerebaxa Çî bi eslê xwe girêdayî Ermenîstanê ye û her tim bi giranî Ermenî lê dijîn.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Coffrî Robêrtson wiha dest bi gotarê kir: Rûsya, Brîtanya Mezin, DYA, Fransa û Çîn dikarin Azerbaycana otorîter a ku Qerebaxa Çiya dorpêç kiriye, rawestînin, da ku 120 hezar şêniyên wê birçî bihêlin.

Rojnamenivîs tekez kir ku dorpêçkirin tawaneke dijî mirovatiyê ye û berovajî çend rêkeftinan e, lê Azerî ev du meh in di bin dorpêçê de ne û heta niha jî dorpêç berdewam in. Tê diyarkirin ku Korîdora Laçînê ji bo gihandina rojane 400 ton kelûpelên bingehîn ji bo Ermeniyên Qerebaxê û her wiha ji bo çûnûhatina welatiyan, xwendekarên dibistanê û ambûlansan girêka girîng e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button