All NewsTop

Ararat Mirzoyan û Yohan Vadêfûl pirsên girêdayî mîsyona çavdêriya nû ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê gotûbêj kirin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku di serdaneke xebatê de li Almanyayê ye, di 6’ê Sibatê de bi Serokê Koma Dostaniya Almanya-Kafkasya Başûr a Bûndêstagê a Komara Dêmokratîk a Almanyayê Yohan Vadêfûl re hevdîtinek pêk anîe.

Di civînê de pirsên girêdayî ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirinê.

Wezîr Mîrzoyan hûrgiliyên krîza mirovî ya li Qerebaxa Çiya ku di rîê blokekirina Korîdora Laçîn de ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye çêkirin, pêşkêşî navbirî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo rakirina dorpêçê pêwîst e ji aliyê dewletên hevkar ve gavên zelal bên avêtinê.

Her du aliyan tekezî li ser hevkariya nêzîk ya navbera parlementoya Ermenistan û Almanyayê li ser platformên dualî û piralî kirin. Li ser girîngiya serdanên dualî yên komên dostaniyê yên ku li parlementoyên her du welatan kar dikin, hat balkişandinê.

Her wiha pirsên têkildarî têkiliyên Ermenîstan û YE’yê hatin nîqaşkirin, di nav de piştgiriya ji bo reformên demokratîk li Ermenîstanê û di çarçoveya aramiya herêmê de, mîsyona çavdêriya demdirêj a nû ya YE’yê li Ermenîstanê.

Hevpeyvîn her wiha li ser pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê jî nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button