PoliticsTop

Rûsya wê destûrê nede senaryoya Sirbî li Qerebaxê de: zanyarê siyasî

Rûsya eleqedar e, ku Ermenîyên Qerebaxê biparêze û pêşî li senaryoya Sirbîstan bigire. Siyasetnasê rûs, alîkarê midûrê bernameyên lêkolînê yên encumena siyaseta derve û parastinê Dmîtrîy Sûslov, di konferansa “Rûberiya Ermenîstan û Rûsya-Rojava ya Cîhanê: Encamên sala 2022” de li Êrîvanê ev yek ragihand.

Sûslov di wê baweriyê de ye, ku her çi qas girîngiya Tirkiyê û hevalbendê wê Azerbaycanê ji bo Rûsyayê di çarçoveya krîza Ukraynayê de zêde bibe, ev nayê wê wateyê ku Rûsya di rûbirûbûna Ermenîstanê de li kêleka Enqere û Bakûyê ye. Pisporê siyasî tekez kir, ku di encama şerê di navbera Rûsiya û Rojava de li ser pirsa Ukraynayê û karaktera ontolojîk a wî şerî, hin lîstikvanên sêyem derfet dîtin, ku bi awayekî berçav bandora xwe li navçeyê zêde bikin.

Beriya her tiştî ew li ser Tirkiye e. Armancên Enqereyê yên mezin hene, lê di gelek planên sereke de nikare xwe berpirsiyar bigire. Helbet ji bo Rûsyayê Tirkiye hem hevrikek e û hem jî hevkarek pir girîng e. Di şert û mercên şerê wekaletê yê bi Rojava re, Rûsya eleqedar nake, ku bi Tirkiyeyê re şerekî vekirî derkeve. Loma jî Tirkiye û Azerbaycan gelek caran bi biryar û hovane tevdigerin. Di heman demê de ev nayê wê wateyê ku Rûsya dev ji Ermenîstanê berdide û bi berjewendiyên xwe re bazirganiyê dike.

“Rûsya bi temamî girêdayî têkiliyên hevalbendiyê yên bi Ermenîstanê re ye, ew eleqedar e, ku hebûna hêzên aştiyê li Qerebaxê berdewam bike. Ew eleqedar e ku ev kêşe çareser bibe, ku wê nifûsa Qerebaxê biparêze û rê nede senaryoya Kraîna ya Sirbîstanê:” Sûslov diyar kir.

Pispor piştrast e, ku divê Moskow di pevçûnan de navbeynkar bimîne, û ne li kêleka kesekî be. Wendakirina rola navbeynkar bêguman wê bibe sedema alozîyen zêdetir li herêmê.

Di berdewamiya ramana Sûslov de, hevkarê wî, doktorê zanistên siyasî Aleksey Tokarev, bal kişand ser wê yekê ku, berevajî vegotinên medyayî yên li ser “birayê mezin”, ku ji bo ravekirina têkiliyên Moskova û Êrîvanê têne bikar anîn, Ermenistan bi rastî dewleteke serdest tê hesibandin.

“Ermenîstan wekî welatekî, ku bi kişandina têlan were birêvebirin, nayê dîtin. Pir caran di medyayê de hûn dikarin bibînin weşanên, ku tê gotin, ku Rûsya birayê mezin e. Lê ji aliyê siyasetmedar û biryarderan ew wek hevalbendek tê dîtin, tevlihev, lê hevalbend :” wî zêde kir

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button