
Di navbera 10-12 Adarê de pêşangeha teknolojiyê ya “DigiTec 2022” û konferansa navneteweyî ya “DigiTec Summit 2022” wê li kompleksa werzîş û konserê ya Karen Demirçyan were derbaskirin.
Wezareta Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Komara Ermenîstanê destpêkirina qebûlkirina serlêdanan ji bo beşdarbûna pêşangeha teknolojiyê “DigiTech 2022” ragihand.
Hilbijartina pargîdaniyên, ku serîlêdan kirinewê ji hêla komîteyek serbixwe ya nirxandin û hilbijartinê ve were kirin.
Hûn dikarin heta 12.02.2023 serlêdana beşdarbûnê binvîsin li ser wê
lînkaê.
Armanca pêşangeha teknolojiya agahdariyê “DigiTech 2022” ew e ku potansiyel û derfetên teknolojîk ên Ermenîstanê di bin banekê de pêşkêş bike, ji bo diyaloga navxweyî û derve û nîqaşên pratîkî platformek çêbike, guhertinên di qadê de hatine pêkanîn eşkere bike.
Tê payîn ku zêdetirî 120 şîrketên navxweyî û biyanî û nêzî 80 hezar mirow wê beşdarî pêşangehê bibin.