PoliticsTop

“Parîs ji blokekirina Korîdora Laçînê bi fikar e.” Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê

Em ji ber dorpêçkirina Korîdora Laçînê gelekî nîgeran in, em bi berdewamî daxwaz dikin, ku korîdor bê vekirin û erzaq û alîkariyên mirovî ji xelkê re bên şandin. Ev ji aliyê sekretera çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Fransa, Ann Kleir Lejandre, di hevpeyvînekê de bi RTVI re got.

Wî da zanîn ku li Qerebaxê metirsiya krîzeke mirovî ya giran heye. Herweha ew dixwazin û piştgirîya ji nû ve destpêkirina danûstandinên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dikin.

“Navbeynkariyek Ewropî heye, ku em bê şert û merc piştgirî dikin. Bi saya serokê Fransa, nûnerên her du welatan di Çiriya Pêşina borî de karîbûn bi hev re biaxivin, di çarçova lûtkeya Pragê de, ku tê de biryar hat dayîn ku şandeke Yekîtiya Ewropayê bişîne ser sînorê Ermenîstanê, ji bo kêmkirina rageşiyê u parastina sînor:” Lejandr got.

Ann Kleir Lejandr tekez kir, ku piştgiriya Fransa di asta herî bilind a dewletê de hatiye ragihandin.”Serokomarê Fransayê bi xwe hemû hewlên me da, ku em careke din dest bi danûstandinan bikin û ev rewş çareser bibe û alozî kêm bibe” we got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button