PoliticsTop

Azerbaycanê re quruşek jî nedin. Ermenîyên Amerîkî ji Kongresa Amerîkî daxwaz dikin, ku Azerbaycan neçar bike, ku dorpêçkirina Qerebaxê bi dawî bike

“Dengê Amerîka” dinivîse, Ermenîyen Amerîkî li Waşingtonê protstek saz kirine û daxwaz ji hikûmeta Amerîka dikin, ku her cure alîkarî ji Azerbaycanê re rawestîne û piştgirîya leşkerî ya Azerbaycanê bi dawî bike.

Kongresmenênê Amerîkî jî beşdarî protestê bûn. Li gorî Adam Schiff, divê ji Dewletên Yekbûyî yek quruşek jî Azerbaycanê re neyê dayîn. “Min bang li rêveberiyê kir ku tevbigere. Min bi xwe li ser metirsiya Azerbaycanê bi serokomar re axivî. Û ez berdewam dikim ji bo tevgerek bihêztir ji hêla rêveberiyê ve.”

Em bînin bîra xwe: mehek û nîv e Azerî, ku xwe wek “eko-aktîvîst” nîşan didin, Korîdora Laçîn girtine, Qerebax û 120 hezar niştecihên wê ji yekane rêya, ku Qerebax bi Ermenîstanê u cîhana derve ve girê dide, bêpar hiştine û ew bûye sedema qeyraneke însanî. Azerbaycan sûcdariya der barê dorpêçê de red dike.

Li gorî berpirsê herêma rojhilatê “Komîteya Hay Dat” Ara Çalyan, gelek kes li rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê rewşê fêm nakin û bi gelek hevdîtinan ew hewl didin vê mijarê bixin rojevê.

“Em ji berteka heyî ya rêveberiyê ne razî ne. Wezîrê Karên Derve der barê astengkirinê de axivî û xwest ku ev astengî were sekinandin. Ev têrê nake. Amerîka dikare dawya rawestandina dorpêçê bide û herwiha toleyan li ser welatên wek Azerbaycan û Tirkiyê jî bisepîne. Her wiha divê hewl bidin, ku bi derfetên xwe yên berdest û hêmanên din alîkariyên mirovî peyda bikin:” Wî ji “Dengê Amerîka” re got.

Li gorî kongrêsman Frank Pallon, her çend ew ne li Qerebaxê ye jî, ew rewşa dijwar li wir fem dike. Ew hewil dide, ku bi komîteya “Hay Dat” re her tiştî bike, da ku hukûmeta amerîkî neçar bike, ku zextê li Azerbaycanê bike, ku ew Korîdora Laçînê veke. Endamê kongreyê bi bîr xist, telefona Wezîrê Derve Blinken bi Serokomarê Azerbaycanê re, ku tê de daxwaza vegerandina tevgera azad di Korîdora Laçîn de anî ziman.

“Di rêveberiyê de ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hewldanên din tên kirin, ku zextê li Alîyev bike da ku dorpêçê bi dawî bike. Lê ez difikirim ku heta niha serkeftî nebûye. Em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin.”

Serokê Komîteya Ermenîyan Washingtonê Aram Hambaryan got: “Divê em li kêleka Artsaxê bin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button