All NewsTop

Serokwezîr beşdarî civîna Encumena Navdewletî ya Avrasyayê bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li bajarê Almata yê Qazaxistanê beşdarî rûniştina Civîna encûmena nav-hikûmetî bi pêkhateyeke biçûk Konseya Navdewletî ya Avrasyayê bûye. Radyoya Giştî li ser vê yekê ji ofîsa serokwezîrê Ermenistanê agahdar bûye.

Serokwezîrên welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê çendîn pirsên aktuel yên girêdayî pêkvejiyana Avrasyayê gotûbêj kirine. Bi taybetî behsa çalakiya bazara navxweyî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê, fînansekirina hevkariya pîşesaziyê, pêşxistina kompleksa çandinî-pîşesaziyê û hevkariya di warê enerjiyê de hatîe kirinê.

Warê dîjîtal girîng hatîe nirxandin, bi taybetî jî başkirina sîstema întegrasyonê ya yekîtiyê hat balkişandin.

Rûniştina konseya nav-hikûmetan a berfireh dê di 3ê Sibatê de pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button