All NewsTop

Rûsya qaîle ku li Transkafkasyayê peywendiyên veguhestin û aborî bê vekirinê. Mîşûstîn bi Paşînyan re hevdîtin kirîe

Rûsya qaîle rakirina blokên veguhestin û aborî yên li Transkafkasyayê ye. Li gorî nûçeya RIA Novostî, Serokwezîrê Rûsyayê Mîxhaîl Mîşûstîn roja 2ê Sibatê di hevdîtina bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re ev tişt gotîe.

“Em bi kevneşopî alîgirê rakirina blokên aborî û veguheztinê yên li Transkafkasyayê ne, em girîngiyê didin bicîhanîna peymanên ku ji hêla serokên Rûsya, Ermenistan û Azerbeycanê ve hatine girêdan.” – Serokwezîrê Rûsyayê gotîe.

Mîşûstîn her wiha daye zanînê ku çêkirina rêyên nû yên binesaziya veguhestinê li gorî berjewendiyên hemû dewletên herêmê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button