All NewsTop

Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin

 Lîstikvana navdar Amerîkî Angelina Jolie û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, çalakvana Êzidî Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin.

Birayê Seîd Mûrad, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, Çalakvana  Êzidî Nadya Mûrad ji Rûdawê re ragihand, lîstikvan Angelina Jolie û Nadya Mûrad îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an bi helîkopterê ji Bexdayê çûne Şingalê û serdana nexweşxaneya ku niha tê lêkirin û ji sedî 70ê kar temam bûye, kirin.

Seîd Mûrad got, “Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana gundê Koço jî kirin ku biryar e li ser navê rêxistina Nadya Mûrad gund jinûve were avakirin.”

Seîd Murad diyar kir ku piştî sê demjimêran Angelina Jolie û Nadya Murad bi helîkopterê vegeriyan Bexdayê û dê îşev vegerin Amerîkayê.

Nûnera berê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Angelina Jolie, di Îlona 2012an de bi mebesta dîtina rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Di Kanûna 2015an de jî serdana parêzgeha Duhokê û kampên penaberan kiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button