PoliticsTop

Waşîngton ji bo ji nû ve vekirina Korîdora Laçînê hewlên aktîf didomîne: Karen Donfrîd

Rewşa li derdora Korîdora Laçîn li pêşiya pêşketina pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de asteng e. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewropa û Avrasyayê Keren Donfrîed di hevpeyvîna xwe ya ligel kanala “Dengê Amerîka” ya Ermenîstanê de got.

Li gorî dîplomata payebilind, Waşîngton bi awayekî aktîf hewl dide ji bo vekirina korîdorê. Donfrîd tekez dike, ku mijara girtina Korîdora Laçîn di peywendiyên telefonî yên vê dawiyê yên wezîrê derve Blînken bi rêberên Azerbaycan û Ermenîstanê re, bûye mijareke sereke.

“Wezîrê Karên Derve banga vekirina bilez a korîdorê kir û bal kişand li ser girîngiya trafîka bazirganî û taybet a bê asteng. Em ji rewşa nifûsa ermenî ya li Qerebaxa Çiyayî pir bi fikar in. Em ê li ser vê rewşê tevbigerin û zextan bikin:” got Donfrîed.

Em ji rewşa nifûsa ermenî ya li Qerebaxa Çiyayî pir bi fikar in. Em ê li ser vê rewşê tevbigerin û zextan bikin.”

Herwiha, li gor Donfrîed di pêvajoya danûstandinên Ermenî û Azerbaycanê de astengiyên din jî hene.

“Ji bilî vê, helbet di têkiliyên her du welatan de dîrokeke bi êş a bi dehan salan heye. Ji ber vê yekê, herdu alî, Ermenî û Azerbaycanê fikarên wan ên têgihîştî hene, û em kêmbûna baweriyê di navbera van her du welatan de destnîşan dikin,” Donfried piştrast dike.

Wî destnîşan kir, ku pêvajoya muzakereyên Ermenîstan-Azerbaycanê, ku yek ji mijarên rojeva Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken e, nîqaşên li ser gelek mijarên tevlihev, di nav de peymana aştiyê, xêzkirina sînoran, ji nû ve vekirina girêdanên veguheztinê di navbera welatan de vedihewîne. Amerîka piştevaniya diyaloga rasterast di navbera aliyan de dike û tekezî li ser pêwîstiya wê dike, ji ber ku tenê ev rê heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên tevlihev.

“Em di wê baweriyê de ne, ku hem Ermenîstan û hem jî Azerbaycan bi kûrahî girêdayî vê pêvajoyê ne. Em amade ne, ku bi her awayî alîkariyê bikin, ji ber ku em dizanin ku biryarên dijwar ên ku ji bo pêkanîna aştiyê divê li Êrîvan û Bakûyê bêne girtin.”

Li gorî dîplomatea payebilind, kêşeyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, nikare bi çareseriyeke leşkerî bibe û tekane rê jî, çareseriya dîplomatîk bi pêvajoya aştiyê ye. Donfrîed tekez dike ku ew naxwazin rewş qur bibe.

Cîgirê Wezîrê Derve spasiya Yekîtiya Ewropayê dike, ku şandeke sivîl li Ermenîstanê ji bo çavdêriya sînorê Ermenîstanê û Azerbaycanê şandiye. “Ev destpêşxeriyek e ku em bi tevahî piştgirî dikin,” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button