PoliticsTop

Pêşnûmeya ji bo rakirina blokên Korîdora Laçînê wê li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bê pêşkêşkirin

Hevserokên Komên Ermenî yên Kongreya Amerîkayê Frank Pallon, Gus Bîlîrakîs, Adam Sçîff, Davîd Valadao û endamê payebilind ê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Amerîkayê Brad Şerman, pêşnûmeya biryarnameyê ya dualî, bi armanca bidawîkirina bloka Azerbaycanê ya li ser Artsaxê, pêşnûmeya biryareke dualî xiste dewrê.

Wekî ku ji hêla ofîsa navendî ya Hay Dat ve hatî ragihandin, pêşnûmeya biryarê ji bilî şermezarkirina bi tundî kiryarên Azerbaycanê, her wiha rêzek hin çalakiyan, ku Amerîka dikare ji bo çareserkirina rewşê bike, destnîşan dike.

Bi taybetî, tê pêşniyar kirin:

  1. Alîkarî ji bo vekolîna navneteweyî ya tawanên cengê, yên ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatine kirin.
  2. Hevkarî ligel hevkarên navdewletî û desthilatên Artsaxê re, ji bo şandina çavdêrên navdewletî li korîdora Laçînê.
  3. Amadekirina bicihkirina bi lez li gorî daxwazên beşa 907 ji aliyê serokomar û bidawîanîna alîkariyên leşkerî û ewlehiyê yên Amerîkayê bo Azerbaycanê.
  4. Sepandina cezayên ku ji aliyê qanûnê ve li dijî rayedarên Azerbaycanê yên ku ji blokekirina Artsaxê û binpêkirinên din ên mafên mirovan ji aliyê Serokkomar ve berpirsyar in.
  5. Pêşkeşkirina alîkariyên mirovî yên Amerîkî ji xelkên ku ji ber kirîza mirovî li Artsaxê bandor bûne, di nav de vekirina ofîsa USAID (Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Geşepêdana Navdewletî) li Artsaxê.

Aram Hambaryan, rêvebirê kargêrî yê ofîsa Waşingtonê ya Komîteya Ermenî-Amerîkî, li ser navê komîteyê û rêxistinên din ên civaka hevalbend, pêşkeşkirina pêşnûmaya biryarê re şa bu û da zanîn, ku ji bo peydakirina lihevhatineke dualî li ser derbaskirin a wê, Komîteya Amerîkî ya Ermenîstanê wê xebata aktîf bimeşîne ji bo têkbirina siyaseta Azerbaycanê ya bi ser paqijkirina etnîkî de.

Frank Pallon di nameyekê de, ku ji Kongresmenên Amerîkî re hatî şandin, wan teşwîq kir ku piştgirîya pêşnûmeya biryarnameyê bikin û wiha got: “Rejîma Alîyev bi zanebûn gavan diavêje, da ku nifûsa ermenî ya xwecihî ji Artsaxê derxe û derfeta jiyana azad, bi rûmet û demokratîk li axa bav û kalên wan ji dest bide. Ew nîşanek eşkere ya paqijiya etnîkî ye, ku em nikarin paşguh bikin. Divê Amerîka demildest tevbigere û hemû amûrên dîplomatîk ên berdest bikar bîne ji bo vekirina korîdorê berî, ku ev kirîza mirovahî bibe felaket.”

Komîta Ermenî-Amerîkî wekî komeke civatî ya berfereh, xebatên xwe yên ji bo derbaskirina rewşa Artsaxê didomîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button