PoliticsTop

“Ermenistanê dest ji mîsyona RPEK bernedaye”. Vaxarşak Harutyunyan

Ermenîstanê şandina mîsyona RPEK li ser sînorê Azerbeycanê red nekir. Balyozê Ermenîstanê yê Rûsyayê, Wezîrê berê yê Parastinê Vaxarşak Harutyunyan di axaftina xwe ya bi “TASS”ê re li ser vê yekê agahî da.

“Derbarê çavdêrên RPEK de, yek ji wan red nekir. Belgeya, ku diviyabû di encama serdana Sekreterê Giştî yê RPEK û Serfermandarê Hevbeş a herêmê de li Êrîvanê bihata îmzekirin, ji ber ku aliyê ermenî dixwest belgeyê biguherîne, nehat îmzekirin. Ev belge di pêvajoya nûvekirinê de ye,” Harutyunyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button