All NewsTop

Nîkol Paşînyan pêşniyara şandina şandeke navneteweyî ya lêkolîna li Qerebax û Korîdora Laçînê kirîe

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan spasiya welat û rêxistinên ku bi awayekî bêalî bersiv dane rewşa derdora Qerebaxê kirîe.

Wî bal kişande ser wê yekê ku Azerbaycan hewl dide civaka navdewletî razî bike ku korîdora Laçînê nayê girtin, gaz û elektrîkê berovajî îdiayên aliyê Ermenistanê nayê rawestandin.

“Li gorî min rêya de jure ya ji bo çareserkirina vê nakokiyê şandina şandeyeke navneteweyî ya lêgerîna rastiyan bo korîdora Karabax-Laçînê ye û divê em bi berdewamî di vî warî de bixebitin. Û bi giştî çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkên li herêma me hene, ti alternatîfek wê nîne û em ê bi vê mantiqê bi rê ve bibin, çiqasî em hemû zehmetî û aloziyan fêm bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button