All NewsPoliticsTop

Biryara şandina mîsyoneke nû ya çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê hat balkişandinê

Di 25 kanûna paşi da Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku ji bo serdaneke xebatê li Brûsêlê ye, bi Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Kafkasya Başûr û krîza Gurcistanê Toîvo Klaar û Şêwirmenda Bilind a Siyaseta Derve ya Serokê Konseya Ewropayê Magdalêna Gronoî ra hevdîtinek pêk anîe.

Aliyan bal kişandin ser biryara şandina mîsyoneke nû ya çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê û diyar kirin ku ev yek dê bibe alîkar ku li herêmê ewlekarî û îstiqrara were dabînkirinê.

Rewşa ku di encama blokekirina nekanûnî ya Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye afirandin, hatîe gotûbêjkirinê. Wezîrê karên derve yê Ermenistanê bal kişand ser wê yekê ku Azerbaycan bi kiryar û gotinên xwe hewlên Ermenistanê yên ji bo pêkanîna aştiyê li Başûrê Kafkasyayê pûç dike.

Li ser pêvajoya birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê fikir hatin guhartinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button