PoliticsTop

E’lîêv Ermenîstan navkirîye “Adrbêcana R’oavayê”, çi derheqa temê pêþdabirina agrêsîa miqabilî CE-da  þe’detîyê dide

R’ûbên R’ûbînyanê serk’arê þanda ermenîye SÞAÞ-da r’ûniþtina sêsîa SÞAÞ-ye sala 2023-aye zivistanêda bi k’êlmê pêþda hatîye.

          Ewî binxetkirîye, wekî Adrbêcan didûmîne t’opraxa Ermenîstanêye serbest okûpasîake, paþê derheqa e’lametîyê Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanêda xeverdaye, ê kö e’lamkirîye, wekî niha qeleçê Adrbêcanêye diha baþ hene, k’îjanê lazimvin pêþer’ojêda seva derba bigihînne obyêktê Ermenîstanê.

          “E’lîêv daye k’ivþê, wekî nîvê Ermenîstanê p’ara Adrbêcana t’arîxîye, nav wê hejmarê- R’ewana p’ayt’ext. Ewî Ermenîstan navkirîye “Adrbêcana R’oavayê”. Ev têrmîna r’êvîzîonîstîyê û h’ecimp’arêzîyê k’etîye nav xeverdana Adrbêcanêye r’esmî, û ew derheqa temê aþkela berdewamkirina agrêsîa miqabilî Ermenîstanêda þe’detîyê dide. Eva gere ya qebûlkirinê nînve”,- R’ûbînyan gotîye.

          R’ûbînyan daye k’ivþê, wekî we’deye derheqa dewleta Adrbêcane agrêsîvda r’awestînin xeverdin, seva wê lazime qirara derheqa Adrbêcanêda qebûlkin.

          “Qirar miqabilî wê dewletê, sedrê k’îjanê aþkela derheqa berne’mê xweye destpêkirina agrêsîa cînara dêmokratîyêda xeverdide”,- R’ûbînyan gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button