PoliticsTop

Toîvo Klaar tekezî li ser pêwîstiya xebata bênavber a Korîdora Laçîne kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo krîza Kafkasya Başûr û Gurcistanê, Toîvo Klaar qebûl kir. Di civînê de serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê, bayloz Andrea Vîctorîn jî amade bû.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê û mijarên hevkariya Ermenîstan û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Biryara li ser cihê mîsyona nû ya sivîl a Yekîtiya Ewropayê ya li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê hat girîng kirin, wek sedema aramî û ewlehiya herêmê. Her wiha bal hat kişandin ser krîza mirovî ya ku ji ber astengkirina Korîdora Laçînê, li Qerebaxê derketiye holê.

Serokwezîr Paşînyan tekez kir ku ji ber vê yekê rewşa Qerebaxê roj bi roj xerabtir û xirabtir dibe, dibistan û kreş naxebitin, saziyên tenduristiyê kêmasiyeke mezin di dermanan de dibînin û bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Ji bilî vê, gaz ji bo Qerebaxa Çiya re ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye rawestandin, pirsgirêka ceyranê jî heye. Nîkol Paşînyan balkişand li ser bersiva guncaw a civaka navdewletî ya li hember vê rewşê û bi kêfxweşî tekezî li ser wê yekê kir , ku biryarên rojên borî ji aliyê Parlamenta Ewropayê ve hatine pejirandin.

Toîvo Klaar dilgiraniya xwe li ser astengkirina Korîdora Laçîne nîşan da û tekezî li ser pêwîstiya bi rêkûpêkiya karkirina korîdorê kir. Wî bal kişand ser wê yekê, ku YE ji bo aramî û aşitiyê li herêmê dilgiran e û wê berdewam be ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Di hevdîtinê de li ser proseya bicihkirina nûneratiya nû ya sivîl a Yekîtiya Ewropayê û herwiha li ser pêvajoya bernameyên hevbeş ên Komara Ermenîstanê û YEyê di warê reformên sazî û dezgehî yên ku li herêmê de hatine kirin , herdu aliyan bîr û ramanên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button