Di 23’ê Kanûna Paşinê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee’yê hevserokên Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî yên Fransayê Ara Toranyan û Murad Papazyan qebûl kir.
Emmanuel Macron û nûnerên civaka Ermenî li ser rewşa Artsaxê ya ji ber girtina Korîdora Laçînê ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2022an ve, hat gotûbêjkirin. Her wiha li ser gefên li ser yekparebûna axa Ermenîstanê gotubej hatin kirin.
Ara Toranyan û Murad Papazyan pêşwazî kirin baldariya Serokomarê Fransayê û hêvî kirin, ku Fransa rola xwe di parastina gelê Qerebaxê de zêdetir bike.