PoliticsTop

Şaredara Parîsê ji Serokomarê Artsaxê re tekez kir ku ew ê hewlên xwe ji bo derketina wê rewşê zêdetir bikin

Serokê Komara Artsaxê Arayîk Harutyunyan li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, ku pê telefonê bi şaredara Parîsê Ann Hîdalgo re axivî.

“Bi însiyatîfa şaredara Parîsê xanim Ann Hîdalgo, me bi telefonê axivî. Di rojevê de rewşa Artsaxê ye, di bin dorpêça Azerbeycanê de. Min sedem û encamên karesata mirovî bi berfirehî pêşkêş kir û destnîşan kir, ku ji bo derbaskirina wê jî nirxandin û kiryarên eşkere yên civaka navdewletî pêwîst in.

Ann Hîdalgo hevxemiya xwe û piştgiriya xwe ji bo gelê Artsaxê nîşan da û destnîşan kir, ku ew ê hewlên xwe ji bo derketina wê rewşê zêdetir bikin:” serokê KomaraArtsaê nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button