PoliticsSocietyTop

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê li ser têkdana binesaziya Artsaxê ji aliyê Azerbaycanê ve raporek weşand

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê raporek derbarê binpêkirina mafên mirovan di encama têkbirina bi qestî ya karê asayî yê binesaziyên jiyanî alye Azerbaycanê ve , belav kir.

Raporê de pêşkêş tê kirin , rastiyan der barê binpêkirinên berfireh ên mafên gelê Artsaxê, bi sedema têkbirina bi qestî ya karkirina asayî ya binesaziyên jiyanî , wekî boriyên gazê, têlên elektrîkê, têlên telekomunîkasyonê û têlên Înternetê, ku di şert û mercên dorpêçkirinê de, gelê sivîl li ber karesateke mirovî da dhele.

Di şert û mercên hewaya sar de, dema ku germahiya navîn li axa Artsaxê li dora -2 – +2 pileyî diguhere, carinan digihîje -5 pileyî sar, xaniyên niştecîh, cihên rûniştina demkî ya kesên jicîhûwarkirî, her cûre saziyên perwerdehî û tenduristiye de , şîrketên taybet de, saziyên dewletê de, gaz weke amûra sereke ya germkirinê tê bikaranîn. Qirkirinên bi qestî di dabînkirina gazê de, îmkana germkirina gazê û ava germ ji xelkê re dihêlin.

Astengkirina dabînkirina gazê û bikaranîna kêm a elektrîkê jî rasterast bandorê li organîzekirina asayî ya xwarinê di malbatan de dike.

Ji bo teserûfa elektrîkê saziyên dewletê ji 19ê Kanûna Paşinê vir ve derbasî rejîmeke kurt a xebatê bûne û ev yek jî bandoreke neyînî li pêvajoya pêşkêşkirina xizmetên pêwîst ji bo gel û birêxistinkirina jiyana gel dike.

Rewşa afirandî bandorek mezin li organîzekirina asayî ya pêvajoya perwerdeyê li Artsaxê kir. Çalakiyên perwerdeyê li hemû saziyên perwerdeyê yên komarê ji ber nebûna germkirinê hatin rawestandin û ev jî bû sedema binpêkirina mafê xwendinê ya zêdetir ji 20 hezar zarokan.

Rewşa mirovî ya giran bandor li xebata asayî ya pergala tenduristiyê jî kir. Ji sedî 70ê saziyên tenduristiyê û nexweşxaneyên, ku bi gazê tên germkirin, bi pirsgirêkên cidî yên germkirinê re rû bi rû ne. Heya niha 156 nexweş ,45 jê zarok li nexweşxaneyan di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Bi sedan kargehên ku xebatên aborî dimeşînin jî di encama qutbûna gazê de zirarên mezin dibînin.

Di şert û mercên qutbûna gazê û kêmbûna îmkana elektrîkê de, ji bo dabînkirina germkirina xaniyan û şert û mercên din ên jiyanê, hêjmara darên, ku ji aliyê gel ve tên bikaranîn zêde dibe, ev tê wê wateyê ku fonên daristanê yên jixwe sînordar, wê zirarên cidî bibîne.

Rapor ji saziyên navneteweyî û saziyên mafên mirovan re hat şandin. Hûn dikarin raporê li vir bibînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button