PoliticsTop

Ji bo ewlekariya Ermenîstanê em ê hemû tedbîran biceribînin, rêyên heyî me têr nakin: Serokê Meclîsa Neteweyî

Pirsgirêka vektoriya Rojava nîne, pirsgirêka ewlehiyê heye. Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan duh li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya li gel rojnamegeran de ev tişt anî ziman li ser vê pirsê, ku Sedema serdana Toîvo Klaar, nûnerê taybet ê Yekîtiya Ewropayê li Kafkasya Başûr, ji bo Ermenîstanê li hember alozbûna têkiliyên Ermenî-Rûsî çi ye?

“Ji bo ewlekariya axa Komara Ermenîstanê em ê hemû tedbîran biceribînin, ji ber ku tedbîran heyî me têr nakin. Biryara, ku bi her bedelê ewlekariya Ermenîstanê were dabînkirin, hatiye dayîn:” got Alen Sîmonyan.

Alen Sîmonyan her wiha anî ziman, ku Ermenîstan wê hemû platformên navneteweyî yên gengaz bikar bîne. “Ez dikarim bibêjim ku, wek nimûne, vê bûyera xerab hemû bûyerên ku berê qewimîn, bi tevahî xist bin siya xwe. Mînak, raporek me ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya pir baş hebû, ku ji bo me belgeyek pir giran bû. Di heman demê de belgeyek girîng bû ku girêdayî Laçîn û Qerebaxê jî bû. Bi baweriya min, çend serkeftinên dîplomatîk ji aliyê Ermenîstanê ve hene. Em pirsgirêka Korîdora Laçînê di hemû formatên navneteweyî de tînin ziman, bandora wê heye. Ez difikirim, ku em ê encamên wê li ser erdê jî bibînin:”Serokê Meclisa Neteweyî tekez kir.

Alen Sîmonyan her wiha bal kişand ser pirsa, ku ewê bi Toivo Klaar re çi biaxivin û diyar kir ku mijara Korîdora Laçînê cidî ye û pêwîst e, bi lezgînî çareserî bên dîtin li ser wê mijarê. “Em ê li ser rewşa ermeniyên li wir û pêkanîna peymana sê alî, ku di eslê xwe de pêk nayê nîqaş bikin. Û her tiştê girêdayî Korîdora Laçînê beriya niha hatibû nîqaşkirin û îmzekirin. Mebesta min belgeya 9ê Çiriya Paşinê ye:” got Sîmonyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button