PoliticsTop

Blînken bang li Alîyev kir, ku demildest korîdora Laçîn veke

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blînken bang li Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev kir, ku demildest Korîdora Laçîn veke.

“Duh Wezîrê Karên Derve Anthony Blînken bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re xeberdanek pêk anî û xwest ku demildest Korîdora Laçînê, ji bo veguhestina bazirganiyê were vekirin.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku metirsiya qeyrana mirovî li Korîdora Laçînê, hêviyên aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, têk dide.

Wezîrê Karên Derve bang li Serokomar Alîyev kir, ku di muzakereyên aştiyê yên dualî yên bi Ermenîstanê re xebatên xwe zêde bike. Her wiha li Azerbaycanê mijara mafên mirovan jî anî rojevê.”

Li ser vê peywendiya telefonî “Ria Novosti” dinivîse, ku di 12ê Kanûna Pêşina sala borî de, aliyê Azerbaycanê, Stepanakert-Goris, yekane rêya ku Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, girtiye. Têkildarî wê jî fermandarîya hêzên aştîparêz ên Rûsî bi nûnerên Azerbaycanê re danûstandinan dikin, ku tevgera veguhestina sivîl di vî warî de ji nû ve dest pê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li aliyê Azerbaycanê kir ku Korîdora Laçîn veke. Bakû tiştên ku diqewimin wekî çalakiyek protestoyî ya çalakvanên sivîl û jîngehparêzan li dijî “çalakiyên neqanûnî yên aliyên Ermenî” bi nav dike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 18’ê Kanûna Paşinê de ragihandibû, ku pirsgirêka Korîdora Laçînê dikare di demeke nêz de bê çareserkirin. Wî da zanîn, ku Moskow mekanîzmek ji Baku û Êrîvanê re pêşniyar kir. Divê hêzên aştîparêz ên rûsî, bi peymaneke sê alî werin bikaribin çavdêriya trafîkê li ser Korîdora Laçînê bikin, tevî wesayîtan, ji bo kontrolkirina tiştên qedexe yên ne însanî û ne sivîl.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button