PoliticsTop

Azerî di bin serokatiya Alîyev de dixwazin gelê Ermenî ji holê rakin: Cîgirê Rêveberê “Le Figaro”

Azerî di bin serokatiya Alîyev de dixwazin gelê Ermenî, bawerî, nasnameya wan ji holê rakin. Cîgirê rêveberê kovara navdar a Fransî “Le Figaro” Jean-Khrîstophe Busson li ser mîkrobloga xwe ya Twitterê daxuyaniyeke wiha da.

“Azerî ne ji sax û ne jî ji miriyan re hurmetê nagirin, duh li Naxîçevan, îro li Artsaxê, sibe li Ermenîstanê. Di bin serokatiya Alîyev de tenê armancek wan heye: tunekirina gelê Ermenî, baweriya wan, dîroka wan, mîrata wan, nasnameya wan. Kî wê wan rawestîne?” Busson nivîsî.

Cîgirê rêveberê “Le Figaro” vîdyoyek girêdayî posta xwe pêşkêş kir, tê de leşkerê Azerbaycanê xaça li ser kevirê bîrdariya Ermenîyan dişkene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button