PoliticsTop

Rewşa li derdora Korîdora Laçînê cidî ye, divê bi lezgînî çareserî bên dîtin: Toîvo Klaar li Êrîvanê ye

Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo krîza Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toîvo Klaar li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihand, ku ew ji bo hevdîtinên rojekê hatye Êrîvanê. Derbarê girtina Korîdora Laçînê dilgiraniya xwe anî ziman û got ku pêwîst e bilez çareserî bên dîtin.

“Ji bo hevdîtinên yek-rojî vegeryam Êrîvanê. Rewşa li derdora Korîdora Laçînê cidî ye, divê bi lezgînî çareserî bên dîtin. Ez li bendê me ku bi nîqaşen lez li rêyên pêş bigerim. Armanca YE’yê birêkûpêkkirina têkiliyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de dimîne,” Klaar nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button