PoliticsTop

Komîteya Karûbarên Ermenîyan a Kongresa Amerîkî daxwaz dike ku zexta herî zêde li ser Azerbaycanê were kirin da ku dorpêçkirina Artsaxê rawestîne

Di 18 Kanûna Paşinê de, serokên Komên Kongresê yên Karûbarên Ermenîyan, di nav wan de Kongresmen Frank Pallon Jr., Adam Sçîff, Gas Bîlîrakîs, Davîd Valadao, ligel Anna Eşyu, nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkî Anthony Blînken û Rêvebera USAID Samantha Power re şandin. Nameye de daxwaz hikûmeta Amerîkî re tê kirin, ku “zexta herî mezin” li ser serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev bike, da ku dorpêça xwe ya mehekê ya li dijî 120,000 Ermenî yên Artsaxê bi dawî bîne.

Name tekez dike ku “stratejiya navneteweyî ya heyî ya ji nû ve vekirina Korîdora Laçînê bi tenê bi ser nakeve. Tevî delîlên bibelgekirî yên dorpêçkirinê û bandora trajîk a li ser sivîlên bêguneh jî, Serok Alîyev bi îdiaya ku blûqe tune ye, derewan li Amerîka û civaka navneteweyî dike.”

“Rejîma Aliyev gavên bi zanebûn diavêje da ku niştecihên Ermenî yên xwecihî ji Artsaxê koçber bike û derfeta jiyana azad, demokratîk û bi rûmet li axa bav û kalên xwe ji dest wan bigire, ev nîşaneya zelal a paqijkirina etnîkî ye ku nayê paşguhkirin:” name berdewam dike.

Serkirdayetiya Komîteya Karûbarên Ermenîyan daxwaz ji civaka navdewletî kir ku “demildest destwerdanê bike û pêşî li vê karesata mirovî ya gengaz bigire” bi vekirina Korîdora Laçînê, ku wekî “xeta jiyanê ya girîng” xizmet dike û çavdêrên navdewletî bişîne Korîdora Laçîn û Artsxê “ji bo lêkolînkirina îmkanên garantiyên bibandortir û bi îstîqrartir ên ewlekarî û geşepêdana aştiyane ji bo gelê Artsaxê”.

Wekî din, divê Dewletên Yekbûyî “hemû vebijarkên berdest ji bo peydakirina arîkariya mirovahî ji Artsaxê re, di nav de guheztina gengaz a kelûpelan jî ji bo pêşîgirtina li xetera birçîbûnê ya rastîn.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button