PoliticsTop

Kongreya duda ya navneteweyî ya jinên xwedî bandor li Ermenîstanê wê bê derbaskirin

Jina serokwezîrê Komara Ermenîstanê Anna Hakobyan di axaftina xwe ya li Îrane de ragihand, ku Ermenîstan amade ye ku “Kongreya Duyemîn a Navneteweyî ya Jinên Bibandor” bike mêvan.

Weke ku li ser rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Komara Ermenîstanê ya Îranê hatiye ragihandin, xanima yekem a Îranê pêşwaziya fikra Anna Hakobyan ya derbaskirina foruma bê li Ermenîstanê kir. Di sala pêş de wê kongreya duda li welatê me bê derbaskirin.

Di dawiya konferansê de, memorandumek hate îmzekirin û li gorî wê peymanê hemû welatên beşdar di warên zanistî, çandî, tenduristî û werzîşê de wê hevkariyê bikin. Li gorî belgeyê, divê platform û fondek wekheviya zayendî were çêkirin û pereyên, ku têne berhev kirin wê radestî serketiyên festîvala salane were kirin.

Xanimên yekem ên beşdar di kongreyê de xelat pêşkêşî çend jinên bibandor ên ku xebatên girîng kirine, kirin.

Piştî bi dawî hatina kongreyê, xanimen yekem en Îranê û Ermenîstanê gotûbêjeke taybet kirin û li ser şopandina xebatên teşkîlatî yên derbaskirina kongreyê li Ermenîstanê li hev kirin.

Cemîle Sedat Alamolhoda bi wezîra tenduristiyê Anahît Avanesyan re jî axivî.

Civîna dawî ya giştî ya forumê bi beşdariya zêdetirî 300 jinan ji welatên cihê yên cîhanê derbas bu : nûnerên warên zanist, çand, tenduristiyê, rayedarên pilebilind ên jin, wezîr û xanimen yekem.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button