SocietyTop

Di 11 mehan de, zêdetirî 3 mîlyon têketin di nav sînorên dewleta Komara Ermenîstanê de hatine tomar kirin, ku ji wan zêdetirî 1 mîlyon têketinan hemwelatiyên Rûsyayê ne

Di navbera Kanûna Paşin – Çiriya Paşin a 2022 an da 3 046 900 têketin ser sînorên dewleta Komara Ermenîstanê de hatine tomar kirin, ji wan 1 016 223 têketin welatiyên Rûsyayê ne. Ev yek ji daneyên, ku ji hêla Komîteya Îstatîstîkî ya Komara Ermenîstanê ve hatye weşandin.

Di heman heyamê de li ser sînorê Komara Ermenîstanê 3 018 263 derketina derve hat tomar kirin.

Di 11 mehên par de 1 314 433 têketin û 1 037 891derketina welatiyên Ermenîstanê ser sînorên dewlete hatin tomar kirin. Hejmara hatina welatiyên Rûsyayê 1 016 223, hejmara çûnan jî bû 967 696.

Hejmara hatina welatiyên Gurcistanê jî 224 383, yên derketinê jî 218 465 e. Di heman mehan 2022’an de 124 467 têketin û 125 695 derketin ji aliyê welatiyên Îranê ve hatine tomarkirin. Di heman heyamê de 54 686 têketin û 56 173 derketina xwedî hemwelatiya Amerîkayê, derketine. Hejmara hemwelatiyên Ukraynayê yên ji sînorên dewletê yên Ermenistanê ketine 27 361, derketine 27 310.

Hejmarek mezin ji welatiyên Elmanya, Fransa, Belarûs, Hindistan û welatên din jî pê sînorên dewletê yên Ermenîstanê derbasî hundir bûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button