PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan wê bi serdaneke xebatê here Brukselê

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di navbera 23-25 ​​Kanûna Paşinê de ji bo serdaneke xebatê wê Brukselê be.

Ararat Mîrzoyan wê li Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamenta Ewropayê axaftinekê bike û tê de mijarên îstiqrar û ewlehiya li Kafkasya Başûr, krîza mirovî ya ku di encama girtina Korîdora Laçîn de li Qerebaxê çêbûye, pêvajoya çareseriya Ermenîstan û Azerbeycanê, hevkariya Komara Ermenîstanê -YE. Wezîrê Karên Derve wê bersiva pirsên endamên Parlamenta Ewropayê jî bide.

Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya Brukselê de wê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Haja Lahbîb re jî hevdîtinan pêk bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button