Balyozê Pirsên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marukyan li ser rûpela xwe ya twîtterê nivîsî.
“Ev 43 roj in Korîdora Laçîn ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye girtin. Alîyev bi berdewamî ji hemû hevkarên navneteweyî îqna dike, ku korîdor vekirî ye û Azerbaycan bi siyaseta xwe ya paqijkirina etnîkî 120 hezar mirov birçî nahêle. Eger wisa be, wê demê çima Azerbaycan çalakiya mîsyona lêgerîna rastiyan a navneteweyî red dike?”