PoliticsTop

Aliyê Azerbaycanê di axaftina xwe ya li ser girtina Korîdora Laçînê de tevlihevî derket: Hevpeyvîna Ararat Mîrzoyan

Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê, Ararat Mîrzoyan, piştrast dike ku Ermenîstanê tu carî danûstandinên ji bo danîna peywendiyên aştiyane bi Azerbaycanê re nerawestandiye. Wezîr amaje bi wê yekê jî dike ku Ermenîstan nêzîkatiyeke avaker  ji proseya danûstandinan re digre, ji ber ku armanca me ya dawî pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê di hevpeyvîna xwe ya digel “Armenpress”ê da li ser  pirsa  girtina Korîdora Laçînê ji alîyê Azerbaycanê ve û  hin babetên din jî  giredayî  wê  pirsî,  nirxand.

– Di warê pêvajoya birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê de çi pêşketin hene? Nêrîn hene ku pêvajo hatiye xitimandin.

– Ermenîstanê tu carî danûstandinên li ser peymana avakirina têkiliyên aştiyane yên bi Azerbaycanê re nesekinî. Tevî kiryarên neyasayî yên Azerbaycanê li korîdora Laçîn û paşxistina civîna Moskowê, me pêşnîyaz û hincetên xwe yên nû, ji bo reşnivîsa rêkeftinê berî mehekê gihandiye aliyê Azerbaycanê, lê heta niha me bersivek nestandye. Ji ber vê yekê top niha li qada Azerbaycanê ye.

Weke berê, Ermenîstan jî di pêvajoya muzakereyê de bi awayekî avaker   tevdigere, ji ber ku armanca me ya dawî pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê ye. Em jî guh didin bangên civaka navneteweyî û amade ne, ku bi awayekî xurttir danûstandinan bikin.

– Vekirina Korîdora Laçînê jî tê de?

– Me gelek caran gotiye ku di xala 6’an a daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çiriya  Paşina 2020’an de, ku mijarên têkildarî Korîdora Laçîn tertîb dike, ti fonksiyonek Ermenîstanê ya têkildarî misogerkirina xebata bênavber a korîdorê naye gotin. Temînkirina xebata normal a korîdorê berpirsiyariya Azerbaycan û hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê ye. Û mijarên girêdayî jiyana navxweyî ya Qerebaxê di çarçoveya çareseriya rayedarên Qarabaxê de ne û di vir de jî tu fonksîyona rayedarên Komara Ermenîstanê tuneye.

Lê ezê  tenê  zêde bikim, ku qeyrana mirovî ya li Qerebaxê ji ber girtina Korîdora Laçîn ji niha ve ber bi karesateke mirovî ve diçe û ger demildest korîdor neyê vekirin, pêdiviya lezgîn bi destwerdana mirovî hebe ji aliyê civaka navdewletî ve û berî her tiştî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve.

– Di van demên dawîn de, Azerbaycanê bi hinceta ku cebilxane, bi taybetî mayînan, ji Ermenîstanê ber bi Qerebaxê ve hatiye şandin, girtina Korîdora Laçîn rewa dike. Û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axawtina  xwe ya çapemeniyê de ragihand, ku aliyê Azerbaycanê li ser vê yekê daneyên  dane wan, ku ew lêkolîn dikin.

–  Divê ez bibêjim ku aliyê Azerbaycanê di axaftina xwe ya li ser girtina Korîdora Laçînê de tevlihevî  xuya dike. Azerbaycan gelek caran israr dike ku korîdor nayê girtin, paşê dibêje ku korîdor ji ber sedemên hawirdorê hatiye girtin û dema ku hate ragihandin ku kanzaya navborî karê xwe rawestandiye, kesên ku xwe wek çalakvanên eko-aktivîst nîşan didin, xwestin wesayîtên Xaça Sor û barên mirovahî kontrol bikin,ku di korîdorê re derbas dibûn. Paşê pê maskan,  êrîşî atomobila  zarokan bun,  ku   bi tevî aştîparêzên rûsî ve  vedigeriyan malên xwe (Qerabaxa Çiya)  û zarok teror kirin. Niha ev kiryar bi veguheztina xeyalî ya mayinan rewa dibin.

Ez dixwazim careke din tekez bikim ku Komara Ermenîstanê tenê li ser xaka serweriya Komara Ermenîstanê karê mayinan kir û tenê ji bo armancên xweparastinê kir, ji ber ku di Gulana 2021, Çiriya  Paşina 2021  û Îlon 2022 de ji aliyê Azerbaycanê ve rastî êrîşa leşkerî hat. Heya niha jî metirsiya êrîşeke leşkerî ya nû li dijî xaka serweriya Komara Ermenîstanê zêde ye.

– Li ser Korîdora Laçînê gengeşiyeke din heye. Rayedarên Azerbaycanê diyar dikin ku korîdor vekirî ye, rayedarên Ermenîstan û Qerebaxê jî diyar dikin ku korîdor girtî ye. Ev dibe ku civaka navneteweyî tevlihev bike.

– Ji ber vê yekê jî em pêşniyar dikin ku grûpeke lêkolînê ya NY an OSCE an rêxistinek din a navneteweyî bişînin Korîdora Laçînê û em ê li ser pêşxistina vê fikrê berdewam bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button