All NewsTop

Tê zanîn ku YE dê çend çavdêran bişîne ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê

Parlementoya Ewrupa biryarek pejirand ku “êrîşa leşkerî ya dawî ya Azerbaycanê di meha Îlonê de bi tundî şermezar dike” û “Amadebûna Yekîtiya Ewropî ji bo beşdarbûna aktîftir di çareserkirina nakokiyên demdirêj ên li herêmê de tekez dike.”

Kovara “Politico” li ser zarê çavkaniyên xwe, hûrgiliyên derbarê şandeya çavdêriya Yekîtiya Ewropayê ku ji Ermenistanê re tê şandin, hejmara wê û hûrgiliyên din ragihandîne.

Politico, bi taybetî nivîsand: “Bi rayedarên Yêrêvanê re ji hev têgihiştinek hebû ku pêwîstî bi hebûneke nû heye, lê ya berê pir kêm bû. Niha di çarçoveya erka giştî ya polîtîkaya ewlekarî û parastinê de wê heta 100 çavdêr li herêmê bên bicihkirin.” Li gor jêderên “Político”yê, “çend pêngav hene ku hîna divêt bêne zelal kirin berî ku ew bêne bi cîh kirin, û niha dê ji bo komisyona siyasî û ewlekarî li Brûkselê bo erkekî du salan bê şandin”.

Her wiha jêderê kovarê tekez kir ku, divê aloziya peywendiyên ligel Rûsyayê bi berçavgirtina hebûna wê li herêmê were çareserkirin. “Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê li her derê Ermenîstanê ye. Çend haletên me çêbûn ku çavdêrên me ji aliyê nobedarên sinor ên Rûs ve hatin vegerandin, tevî ku personelên Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê bi wan re bûn, ji ber ku ev der xaka Ermenîstanê ye, ev yek xemgîn e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button