All NewsTop

Rêya herî baş a çareserkirina pirsgirêkê naskirina Artsaxê ye. Hevpeyvîna Rûbên Vardanyan bi France 24 re

Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Rûbên Vardanyan bi televizyona fransî ya bi prestîj France 24 re hevpeyvînek kir û rewşa Artsaxê pêşkeş kir. Di dema dorpêçkirina Azerbaycanê de li ser axa Artsaxê, eva duyemîn hevpeyvîna wezîrê dewleta Artsaxê ye bi vê televizyonê re.

Rûbên Vardanyan di bersiva vê pirsê da ye ku Yekîtiya Ewropayê  çi bike û çawa dikare alîkariyê bike, gotîe: “Divê ewropiyan zextan bikirana û bigotana ku ev yek nayê qebûlkirin, ew ê ji bo Davosê neyê vexwandin û ew nebe beşek ji wê şaristaniyê. Dikarin korîdoreke hewayî ava bikin da ku balafirên însanî li Stepanakertê dakevin û ji me re erzaq û dermanan bînin. Ez jî wisa difikirim ku ji bo bidawîkirina vê çîrokê rêya herî baş ew e ku em Artsaxê wek dewletek serbixwe nas bikin. Ji ber ku Azerbaycan ne tenê ji bo Ermeniyan, ji bo gelê xwe jî nikare şert û mercên jiyana normal dabîn bike. Rewşa heyî careke din îspat dike ku li Azerbaycanê ku ev qas zext û êrîşên li ser gelê sivîl lê hene, ne pêkan e ku bijî.”

Wezîrê Dewletê di bersiva vê pirsê de ku gelê Artsaxê çawa li ber dorpêçê radiweste, diyar kir ku tevî van hemû zehmetiyan jî gel bi hêz e. “Dibêjin ji ber ku ji bo serxwebûna xwe têdikoşin, ew amade ne ku bimînin û wêrekiyê nîşan bidin û baca zilmê nedin. Gel rewşê fêm dike û qebûl dike ku ev serdemek dijwar e, ku berdewamiya şerê ku di sala 2020-an de dest pê kiriye. di 9ê çirîa paşin de neqediyabû. Ji ber vê yekê gelê li vir tevî van hemû zextan jî ji bo têkoşînê amade ye.

Li ser pirsa France 24 ku kilîta çareseriyê û bidawîkirina êşên gelê Qerebaxê di destê kê de ye, Rûbên Vardanyan got ku “sûdmend”ê sereke yê van hemûyan rejîma Aliyev e, ji ber ku hebûna dijminekî derve dihêle ku ew bidome.

Wezîrê dewleta Artsaxê her wiha da zanîn ku Ewropa bi qebûlkirina rejîma otorîter a ku hewl dide welatekî demokratîk wekî Artsaxê têk bibe, bi Azerbaycanê re xebatên bazirganiyê didomîne. Wî jê re got “mînakek standardên dualî yên gelek lîstikvanên mezin”.

“Rûsya, Ewropa, DYE dikarin rolek mezin bilîzin. Fransa yek ji wan welatên îstîsna ye ku ji roja ewil a ablûqeyê ve piştgirî da Ermeniyên Artsaxê. Ez dixwazim ji bo wê spasiya we bikim. Li gorî min divê Rûsya, Fransa û DYA vegerin ser maseya Koma Mînskê û ji sê aliyan ve zextê li Azerbaycanê bikin.” – Ruben Vardanyan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button