All NewsTop

Li Artsaxê 10 zarok di beşên neonatal û lênêrînê yên giran ên nexweşxaneya zarokan de ne

Hikûmeta Artsaxê bultena 18ê Kanûna paşin weşandîe.

Li gorî nûvekirinên îstatîstîkî yên îro,

  • 10 zarok di beşên neonatal û lênêrînê yên giran ên nexweşxaneya zarokan de ne.
  • 9 nexweşên mezin di beşa lênêrîna giran de ne, rewşa 4 ji wan giran e.
  • Jixwe 150 zarok di bin dorpêçê de çêbûne
  • 445 hemwelatî ji ber rawestandina neştergeriyên plankirî li hemû navendên pizîşkî yên ser bi Wezareta Tenduristiyê ya Artsaxê de, ji derfeta çareserkirina pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi rêya neştergeriyê bêpar man.
  • Heta îro 34 nexweş bi navbeynkarî û serperiştiya Xaça Sor a Navdewletî ji bo dermankirina guncaw ji Artsaxê bo Ermenistanê hatin veguhestin.
  • Ji ber rewşa aborî ya dijwar a ku hatiye afirandin, destpêkê herî kêm 4 hezar û 100 kes kar û çavkaniya debara xwe winda kirin.
  • Bêtirî 15 hezar û 200 ton kelûmelên jiyanî dê bigihaştana Artsaxê eger ne ji bo dorpêçkirinê bûya, di dema ku tenê beşek piçûk ji hêla Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û leşkerên aştîparêz ên Rûsyayê ve hate radest kirin.
Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button