All NewsTop

Nîkol Paşînyan û Xavîêr Kolomînan pirsên girêdayî hevkariya Ermenistan-NATO û pêvajoyên li Başûrê Kafkasyayê diqewimin gotûbêj kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATOyê yê li Kafkasya û Asya Navîn Xavîêr Kolomînan Pîrînsîn qebûl kirîe.

Serokwezîr bal kişand ser rewşa mirovî ya ku ji ber girtina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve li Qerebaxa Çiya hatiye çêkirin. Nîkol Paşînyan bal kişand ser vê yekê ku Azerbaycan bi vê pêngava xwe ya provokatîf careke din daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an binpê dike û bal kişand ser girîngiya baldarî û bersivdayîna civaka navneteweyî li hember tiştên ku diqewimin.

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NATOyê dilgiraniya xwe derbarê rewşa ku ji ber girtina Korîdora Laçînê derketiye nîşan da û tekezî li ser giringiya misogerkirina xebata bênavber a korîdorê kir. JXavîêr Kolomînan her wiha got, NATO dilgiraniya dabînkirina aramî û aştiyê li navçê ye û piştgiriya xwe ji hewldanên hevkarên navneteweyî yên di vî warî de nîşan dide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button