
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Êntonî Blînkên ra bi rêya telefonê axivîe
Di hevdîtinê de rewşa mirovî ya dijwar li Qerebaxa Çiya ji ber girtina Korîdora Laçîn ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye kirin, gotûbêj kirin. Serokwezîr destnîşan kir ku Azerbaycan bi blokekirina Korîdora Laçînê careke din serî li çalakiyeke provokatîf da û rastî peywira ku di daxuyaniya sêalî ya 9ê çirîa paşin 2020an da hatibû dayîn, kir.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bal kişand ser girîngiya xebata bênavber a Korîdora Laçînê û amadehiya Amerîkayê ji bo berdewamkirina alîkariyên xwe bo çareserkirina vê pirsgirêkê da zanînê.
Li ser mijarên asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê, parastina maf û ewlehiya gelê Qerebaxê, rakirina blokên binesaziyên herêmê û asayîkirina peywendiyên Ermenistan-Tirkiyeyê, di hevdîtinê de nêrînên xwe anîn ziman.