
Ermenîstanêda seva bajar’vanê ecnebî mecalê xevatê wê berfirevin.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- t’ivdîra qanûnêye derheqa kirina t’amkirinê “Derheqa ecnebîyayda”-ye hindava Gêvorg Papoyanê dêpûtatê k’oma ÞB t’emsîlkirî r’ûniþtina CM-da bi xwendina döda hate qebûlkirinê- bi stendina 67 dengê t’erefdar, 9 miqabil, 23 bêt’eref.
H’erke t’eþkîletê ecnebî Ermenîstanêda wek’îlxana vedkin, dêmek xevatçîyê wan t’eþkîletaye ecnebî Ermenîstanêda îzindayîna wane xevatê heye. Lê, h’erke t’eþkîletê ecnebî þax vedkin, dertê, wekî îzindayîna xevatçîyaye xevatê t’ine. Angorî e’frandarê t’ivdîrê- ew norma varvêþîyê bû- xazma wan þertada, çaxê îro bajar’vanê ecnebîye p’ir’hejmar têne Ermenîstanê- bixevtin, Dêmek- mecêlê wê bidine bajar’vanê ecnebî ne kö t’enê wek’îlxanê t’eþkîleta ort’emiletîyêda, lê isa jî þaxda bixevtin.