EconomicsTop

Salê 2015-2023-a ij berne’ma xercê k’arê 31 h’ezar 955 bajar’van k’arê k’etine: Hovhannês Vardanyan

R’aste qalmeqalma avakirinê Arabgîrêda r’anewestîyaye, þertê bi imt’îyaze destanîna p’ir’qatê t’ezeye wê t’ag’êda têne avakirinê r’awestîyane e’melbikin. Ij 1-ê meha k’anûna paþin berne’ma paþdaveger’andina xercê k’arê derheqa goveka p’ayt’exte döda- neh’îya Arabgîrêye fermandarîyêda nîne. Seva merk’ezê imt’îyz ij 1-ê meha sala 2022-aye tîrmehê r’awestîyaye. Beledîya R’ewanêda çapiktîya îzindayîna avakirinê xazma 2021-ê hatîye tênivîsarê.

          H’erke 2021-ê Arabgîrêda 213 îznê avakirinê hatne dayînê, sala 2022-a ew r’eqem bi 70-î kêmbûye.

          Andranîk Sêdoyan

          K’efîlê midîrê p’ara berne’mê serr’satkirina þöxölvanîya þeheravakirinêye mexsûs ya beledîya R’ewanê

          Ê avadikin û çêdkin, meremê wan hebûye h’etanî xilazîya avakirinê wê sirêda t’imê bikarvin ij paþdaveger’andina xercê k’arê k’arêk’evin. Pirsgirêk ew bûye, wekî r’ewana mezine h’îmlî 2021-ê bûye”.

          Îzna avakirinêye h’etanî 1-ê meha sala 2021-êye k’anûna paþin stendî- p’evgirêdan t’ine Merk’ezê, Arabgîrê, yan Nûbaraþênêda, mecalê didin berne’ma xercê k’arê bêwe’de  pêþda bivin, h’etta h’erke ê avayî çêdke qirarke wê mezîlê bifroþe, mesele, 5 sala þönda.

          Andranîk Sêdoyan

          K’efîlê midîrê p’ara berne’mê serr’satkirina þöxölvanîya þeheravakirinêye mexsûs ya beledîya R’ewanê

          “Çapiktîya 22-a bi salixê me govekê dinva girêdayî h’evekî diha zêde cödadive, yanî, 21-ê cêr’ibandine govekê pirsgirêkpêþdaanînê bistînin, ê kö mal-avaya çêdkin, lê 22-a- idî çêkirçîyê govekê dinê çapik bûne, yanî- goveka sisya, govka çara- A, B, G, D”.

          Ij 1-ê meha îsaline tîrmehê ösûla paþdaveger’andina xercê k’arê isa jî golveka R’ewanêye sisyada wê r’aweste. Ew hine p’arê merk’eza mezin, Arabgîrê werdigre, k’îjan ij goveka pêþin û döda derin û p’areke K’anak’êr’-Zêyt’ûnê.

          Angorî salixê komîtêa k’ara dîwanî,  ij sala 2015- 2023-a 31.955 bajar’van ij berne’ma paþdaveger’andina xercê k’arê k’arêk’etine,  lê 2756 sirêkêda r’awestîyane h’esavvin k’arxwez: mesele- mezîl firotîye. Ij byûcêya dîwanî 89,1 mlrd dram hatne paþdaveger’andinê. Bi hejmara k’arxweza ya nebînayî 2021- bûye: ij bi hîpotêkê mezîl p’eydakirî 8598-a paþdaveger’andina xercê k’arê stendîye.

          Armînê Hovsêp’yan

Midîra îdara xizmetkirina edak’arê xerc ya komîtêa CE-ye k’ara dîwanî

          “Bidime k’ivþê, wekî p’ir’anîya vê cema 89,1 mlrd drama- dikarin bêjin 80%, nav van h’ersê salê xilazîyê hatîye paþdaveger’andinê”.

          Pey neh’îyê Merk’ez û Arabgîre fermandarîyêr’a bi çapiktîya avakirinê ê dinê Acap’nyak, Davît’aþên û Nor Nork’in,  angor Nûbaraþên û Nork’-Maraþ pasîvin.

          Hovhannês Vardanyan

          “Dengê hine avakiraye çêkirinê idî hatîye cîgöhastinê lê merza. Ev p’ir’qatê Kotayk’êda tê çêkirinê, mesele, salekêda wê t’esmîlî xevtandinêve. 182 malê vira k’iþandina li mezîlê bidne k’iþê”.                       

          Merza Araratêda- 285, lê Armavîrêda 196 bajar’van ij berne’ma paþdaveger’andina xercê k’arê k’arê dik’evin. Lê awa Vayos zorêda- 3, Gêg’ark’ûnîk’êda serîbinî 5 bajarevan k’arxwezê berne’mêne. Ij merza ya hereçapik Kotayk’e.

          Armînê Hovsêp’yan

Midîra îdara xizmetkirina edak’arê xerc ya komîtêa CE-ye k’ara dîwanî

“K’îderê hejmara k’arxweza 3100-e. Ez difikirim hejmara van k’arxweza wê zêdeve, çimkî ij sala 2025-a þeherê R’ewanêda berne’ma paþdaveger’andina cemê selefê qerzê hîpotêkîyê idî wê e’melneke”.

          Wekî merzada têmpê bidne mezîlavakirinê hatîye qirarkirinê berne’mê ij p’ayt’ext der pêþda bivin.

          Armên Çîbûxçyan

          Serwêrê hevaltîya “Ar-Go”

          “Töriþkirin k’ir’îna bik’ir’çîyava girêdayîye, konkrêt merza Kotayk’êda, Abovyanêda k’arxane hene, meriv dixevtin, dikarin edakin û seva wê töriþkirin mînîmûme+ ze’f ferze, wekî r’ê-dirb, înfrastrûktûra pêþda her’in- av, gaz, ÿnêrgîa, wekî ew t’emam heve, temê meriva t’ineve derk’evine derva”.

          Berne’ma paþdaveger’andina xercê k’arê çawa aleta sîasîya malhebûnîyê hûrgilî lêk’olînkirî nîne”,- Haykaz Fanyanê malhebûnnas bawere.

          Haykaz Fanyan

          Malhebûnnas

“Safîye, wekî saya berne’mê warê avakirinê zêdebûna mezin têdinivîse, avakirinêva girêdayî zêdebûna mezin têdinivîse, mesele, warê deranîna madeyê k’anê mêtala, warê mêbêlk’arîyê, warê isa û isa jî cîyê xevatê têne e’frandinê, lê ew mesref, wekî byûcêya dîwanî dike û wan encama, wekî em distînin r’ûva tê bêjî heq nînin û sînorkirina vê berne’mêye îht’îmal ij k’ara sîasîya malhebûnîyêye t’omerî diher’ike”.

          Pêþtirî ÿfêkta malhebûnîyê, h’ökömet isa jî p’ara berne’mêye sosîalîyê ferzdike: çetine bêjin, k’a ij bi h’ezara malê mezîl p’eydakirî çenda dikarbû ew îzin bida xwe, h’erke mecbûrbûyana isa jî barê temirandina selefê hîpotêkîyê bik’þandana. Ewe me’nî, wekî alîk’arîya dîwanî ne kö wê r’aweste, lê wê cîgöhêzî merzave

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button