EconomicsTop

Bona gazîfîkasîakirina t’emamîya mal-avayê t’eze wê lazimve merh’elê gazdayînêye t’eze çêkin

Layf

        Meh’eleke ij 4-ê p’arevekirina gazêye qinyatkirinêye R’ewanêye: vira gaz tê t’emizkirinê, hinkûfî normê seva xerckirinê lazimdive û pey çend e’melê têxnîkîêr’a bi lûla digihîje xweyp’ara: eva  wesifne’ma kine, k’a merh’ela p’arevekirina gazê çi erk’ê mîaserdike.

        Derbazbûn

          Vê meh’ela bawerbike seranser çêkirî têr’adivînin biharê t’esmîlî xevtandinêkin, û, angorî þertne’mê, avayî gere gazîfîkasîakirîve. Lê van çend r’ojê xilazîyê binelîyê vê avana jîyînê r’eh’etnebûyîne, bihîstine, wekî gaza avayî wê t’ineve.

          Karên Balûmyan

          K’arxwezê avana cahilaye “Daxöliqandin”

          “H’erke gazdayîn t’ineve, dêmek em nikarin þertê debêye mînimal ewlekin, pirsa germkirinê heye, pirsa ava germ heye, yanî bi delîlî dertê, wekî meriv çend sala, konkrêt ez 3 sala zêdetir hîpotêkê edadikim, isa jî k’irê dimînim, dertê, wekî mêriv mezîl k’ir’îye, bi sala sebirkirîye, ew dem hatîye pêr’a gihîþtîye, çaxê gere  mezîla xwe t’ezeke, navmalke, bê vira bijî, lê pirsgirêka gazêye hîvîdarîyê dikare bive sevev, wekî meriv nikarve ij mal-milk’ê xwe k’arêk’eve.

          Hevaltîya Gazprom Armênîaê haþ pirsgirêkê heye, dide bawerkirinê, wekî seva mîaserkirina gazdayînê berdana wêye r’azîkirinê t’ine- t’or’a gazdayînê bêy wê yekê jî bargiranbûyî  dixevte. Me’nî bûma avakirinêye van salê xilazîyêye. Lê hevaltîyêda, erk’ê k’îjanêye t’emamîya mal-avayê t’ezeçêkirî bi gazê r’azîke, gazîfîkasîakirinê nêzîkî aqila h’esavnakin.

          Armên Pêroklyan

          Midîrê p’ara xevtandin û xizmetkirina t’or’ê  gazp’arevekirinê û  ösûlê gazxerckirina höndör’ mala ya hevaltîya “Gazprom Armênîma”-ye dadayîye xweyp’ar

          Zexîrê gazbirê t’or’a gazdayînêye r’êzêrvîêye berç’e’v hene, pey xerckirina k’îjanar’a pêvakirina xweyp’arê t’eze wê bigihîne h’alekî,  çaxê delîva pêvabûna xweyp’arekî t’ezeda ewê k’îsî xweyp’arê kevin mîaserve. Em nikarin seva xweyp’arê t’eze gazdayînê k’îsî wan xweyp’arê xwe ewlekin,  t’ev k’îjana idî borcdarîyê mye þertne’ma hene.

          H’erçar merh’elê qinyatkirina R’ewanêye p’arevekirinê t’evayî dikarin nav seh’etekê 220.000 mêtrê çargoþe gazdayîn ewlekin. Lê, ij sala 2020-î virdatir hevaltîyê ij 460 hevaltîya, k’îjan mal-avaya çêdkin, e’rze stendîye- bi de’wa 443.000 mêtrê çargoþe gazxerckirinê- ij ya vê gavêye herezêde döbare zêde

          Qewlî wek’îlê Gazprom Armênîaêva, safîkirin avakirina merh’elê gazp’arevekirinêye t’ezeye, lê ewê ne kö ew k’arê xwe dikin bikin, lê pêþdanînê li h’ökömetê dikin.

                   Armên Pêroklyan

          Midîrê p’ara xevtandin û xizmetkirina t’or’ê  gazp’arevekirinê û  ösûlê gazxerckirina höndör’ mala ya hevaltîya “Gazprom Armênîma”-ye dadayîye xweyp’ar

          “P’êç’ana pêþdanînê me seranser t’emsîlî wezareta ÿkonomîkayê bûye û k’a bi çi yan bi çi cûr’eyî h’ökömetê qirarke k’omekê bide, seva min ya serwextnebûnêye, çimkî ew hila hê sirîya e’ne’nekirinêdanin

          Isa jî t’eþkîleta þênkirê asosîasîa ermenîye civakî safîkirina pirsgirêkêva cembûye. Gûrgên Grîgoryan delîldike, wekî seva dîtina r’ê bi serk’arîa wezîrê ÿkonomîkayê k’oma xevatê e’meldike, r’asthatin-e’ne’nekirinê p’ir’hejmar bûne.

          Gûrgên Grîgoryan

          Sedrê t’eþkîleta “Asosîasîa þênkiraye ermenîye” civakî

          Cêrge sênar hatne e’ne’nekirinê, p’areke sênarê e’wil hindava hevaltîya Gazprom Armênîaye xweyp’are dadayîda nehate qebûlkirinê, axirsongî em gihîþtine sênareke sîasîyêye ij herdö alîya serwextbûnê. Pirsgirêka k’ivþbûyî bi cûr’ê sirê-dor wê safîve, t’emamîya pirsgirêkê carekêva nikare safîve.

          Hine þênkira cêr’ibandîye bi qewata xwe pirsgirêkê safîkin- bûne yek, her yekê r’ik’inkirina çapa  safî kirîye û  lûla gazbir gîhandîye xweyp’ar. Þertê t’inebûna gazdayînêda þênkir akta xilazkirinê distînin, lê îzna xevtandinê- na, û  xevat h’esavdive xilaznebûyî.

          Eva delîveke t’aybetîye, lê wezarta ÿkonomîkayê çi þaxê safîkirina ösûlî divîne, me cêr’iband em ij îdarê safîkin. K’atvê wezîrî çapgerîyê da k’ivþê, wekî þirovekirina wezaretê t’ine. R’oja pirsyarkirina Salx-sûlixaye dinê dik’a “ê-draft”-êda t’ivdîra qirara h’ökömetêye e’frandarîkirina wezareta ÿkonomîkayê dîharbû.

          T’ivdîra qirara h’ökömeta CE-ye “Derheqa begemkirina  berne’ma ewlekirina bi gazê r’azîkirina þeherê R’ewanêye bi zorayê zêdeda”

Angorî t’ivdîrê, seva çêkirina 4 merh’elê p’arevekirinê weke 20 mlrd dramê bêne xwestinê. H’esav ya e’wile, çixara xwelîdayînê, destanîna t’opraxa, t’ezmînkirina milk’edara û mesrefa din wergirtî nînin, k’îjanê sirîya t’ivdarekdîtinêda döristvin.

          Merh’elê gazdayînêye t’eze gazdayîna 4 þaxê p’ayt’ext- p’arê Ce’nûb-r’oavayê, R’ohlatê, Þimal-R’oavayê û Ce’nûbê, wê ewlekin. Seva t’eþkîlkirina t’emesûkê t’ivdîrêye T’ivdîre’wilh’esavkirinê dö salê bêne xwestinê, paþê avakirinê destpêve- sirîya pêþin nîvê sala 2026-a wê xilazve, t’emamîya berne’mê- sala 2032-a.

          Lê merh’elê p’arevekirinê k’îsî k’ê wê bêne çêkirinê?

          Nenihêr’î, wekî hevaltîya Gazprom Armênîa h’etanî sala 2032-a angorî sxêma gazdayînê û gazîfîkasîaêye sereke weke 240 mlrd dram berne’ma r’ik’inkirinê wê mîaserke, avakirina merh’elê gazdayînêye t’eze wêda têr’adîtî nîne.

          Angorî t’ivdîra hindava wezareta ÿkonomîkayêda e’frandarî lê kirî, mesrefê deweltê bike, merh’ela wê t’esmîlî Gazprom Armênîaêke û nav we’de cemê wê paþda bixweze. Hevaltî jî, angorî e’ynî t’ivdîrê, cemê wê hilde nav qîmetê gazê.

          Armên Pêroklyan

          Midîrê p’ara xevtandin û xizmetkirina t’or’ê  gazp’arevekirinê û  ösûlê gazxerckirina höndör’ mala ya hevaltîya “Gazprom Armênîma”-ye dadayîye xweyp’ar

          H’erke em ij, mesele, pêþdaçûyîna t’or’a þeherê R’ewanêye gazp’arevekirinê xeverdidin, em gere bidne ber h’esava, wekî ewê k’îsî qîmet  mîaserve. Bilindbûna qîmet çi t’exmîndike. Em t’or’a gazdayîna þeherê R’ewanê berfiredikin,  gazdayîna avayê pir’mezîle t’eze ewledikin, lê seva wê meriv edadikin, ê kö göndê dûrda dijîn. Ev nêzîkbûn ya qebûlnekirinêye û em nikarin bi vê nêzîkbûnê bilivin.

          Dêmek, hevaltî naxweze bi me’nîgirtina bilindnekirina qîmetê gazê r’ik’inkirinê bike, h’ökömet jî merh’elê p’arevekirinê çêdke, lê ç’e’vnihêr’î paþdaveger’andina cemêye-  k’îsî bilindkirina qîmjet. Derheqa t’ivdîra fitildayînêda, saxî, Gazprom Armênîayê fikir hila hê  e’lamnekirîye.

          Seva merh’ela 20 mlrd dramê lazim gere 5 salada  veger’înne li dewletê- salewextê 4 mlrd dram,  bi p’arevekirina cemê bi h’esavê 1-ê meha sala 2023-aye k’anûna paþin ser hejmara xweyp’ara- 750544-a,  dertê, wekî pirsgiêka gaza binelîyê avayê t’ezeçêkirî xweyp’arê cêrgevan safîdikin, nav 5 sala h’erkes salewextê bi ort’e edakirina 5329 drama.

          Eva xölese ij þaxekî îht’îmal h’esavê ze’f þertîye,  h’ökömetê çi þaxê t’ezmînkirina cemê bêcerke, pêþer’ojêda wê e’yanve.

Mûþêg’ Îsaxanyan, Arman T’ovmasyan, Salix-sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button