PoliticsTop

Parlamenterê Fransî têkildarî mijara Korîdora Laçînê rexne li Serokê Komîsyona Ewropayê girt

Parlamentera Fransî Anne-Laurense Petel di twîteke xwe de, ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen, ji astengkirina Korîdora Laçîne û krîza mirovî ya li Qerebaxê pirsî.

“Enerjî erzantir e… lê her dem ji alye dîktatoriyê ye. Serok Ursula Von der Leyen, hûn li ser dorpêçkirina Laçînê û krîza mirovî ya li Qerebaxê çi difikirin?

Bala xwe bidinê, ku Von der Leyen di axaftina xwe ya li Swêdê de got: “Rûsya hewl da şantajê li me bike, lê bi saya yekitiya me têk çû. Me bi alîkariya dabînkerên din ên pêbawer, qutkirina gaza Rûsyayê telafî kir. Divê em xebatên xwe bidomînin da ku enerjiyê ji bo Ewropiyan erzantir bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button