CultureTop

Li zanîngeha Kalîforniyayê  wê  dersa duduka ermenî bê dayîn

Dudûkîstê jêhatî Êmmaunel Hovhannîsyan di peyameke Facebookê de ragihand, ku wê li beşa Ermenî ya Zanîngeha Kalîforniyayê ya Los Angelesê (UCLA) dersa dudukê ya ermenî were vekirin.

“Li gorî min ev ne tenê ji bo amûra muzîkê ya herî Ermenî, dudukê, ji bo me hemûyan jî serkeftineke mezin e.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên, ku piştgirî dan û ji bo hemû kesên ku ev bûyera girîng a îhtîmala belavkirina çanda ermenî pêk anîne, dikim.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button