SocietyTop

Hejmara rêwiyên, ku pê balafirgehan ji Ermenîstanê derketin û hatin , pir mezin e

Di sala 2022an de hejmara rêwiyên ku pê balafirgehan ji Ermenîstanê derketin û hatin bû 3 697 539. Armen Sîmonyan, Alîkarê Wezîrê Rêvebiriya Herêmî û Binesaziya Komara Ermenîstanê, ev yek di rûniştina Meclîsa Neteweyî de, vedê pêşkêşkirina projeya li ser zêdekirina qanûna “Hevgeran” de got.

“Bi giştî hejmara rêwiyên, ku pê balafirgehan ji Ermenîstanê derketin û hatin 3 697 539 ye, ji wan 1 458 718 rêwiyan bi rêyên hewayî yên Rûsyayê, 916 524 rêwiyên bi rêyên hewayî, ku li Ermenîstanê qeydkirî ne:” got cîgirê wezîr.

FlyOne Armenia bi 458 500 rêwiyan di rêza yekem de ye, “Azimuth” a rûsî di rêza 2de, Aeroflot di rêza 3 de, “Red Wings” a rûsî di rêza 4 de, balafirgeha “Armenia” di rêza 5 de, paşê firokeyên “Utair”, ” Wizz Air” “Russian”, “Fly Dubai” û “Hahn Air”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button