PoliticsTop

Ji bo pêşîgirtina li gavên paqijkirina etnîkî ji alye Azerbaycanê, şandina şandeya navneteweyî ya lêgerîna rastiyan pêwîst e: Parêzvanên mafên mirovan yên Ermenîstan û Artsaxê

Saziyên parêzvanên mafên mirovan ên Ermenîstan û Artsaxê, bi daneyên ku ji 13’ê Çirya Paşin a2023’an ve hatine nûkirin, li ser encamên mirovahî yên astengkirina Korîdora Laçîn raporek awarte weşandin.

Di raporê de, Parêzvanan bal kişand ser berteka sazî, kesayet û medyaya navneteweyî ya li ser mijara Korîdora Laçînê, li ser daxuyaniyên provokatîf ên rayedarên payebilind û kesayetên giştî yên Azerbaycanê yên di derbarê dorpêçkirina Korîdora Laçînê de, li ser berdewamiya nîşaneyên paqijiya etnîkî ji aliyê rayedarên payebilind ên Azerbaycanê ve, krîza mirovî ya ku ji ber dorpêçê derketiye, li ser daneyên nû, yên ku cewhera derewîn a çalakiya “ekolojiya çalakgeran” piştrast dike, peywendiyên rasterast ên kesên bi hikûmeta Azerbaycanê re , ku bi awayekî neqanûnî rê li gelê Artsaxê re girtine.

Di raporê de her wiha amaje bi mafên tevgera azad a gel, dabînkirina standardek têr a jiyanê, gihandina xwarinê, lênihêrîna tenduristiyê û her wiha binpêkirina mafên zarokan hatiye kirin.

Di beşên cuda yên raporê de binpêkirinên mafan li gorî prensîb û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî û hiqûqa mirovahî hatin nirxandin. Di encama parêzvanan de ev e ku şandina şandeya navneteweyî ya rastiyan pêwîst e, di nav tiştên din de, ji bo pêşîgirtina li gavên herî dûr ên siyaseta paqijkirina etnîkî ji alye Azerbaycanê ve.

Li gorî pratîka ku hatiye avakirin, wê rapor pêşkêşî rêxistin û aktorên xwedî erka mafên mirovan a navneteweyî bê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button