SportTop

Henrîkh Mxîtaryan li ser Ermenîstan û kevneşopiyên Ermenî

Klûba futbolê ya “Inter” li ser rûpela xwe ya Facebookê vîdyoyek belav kiriye ku tê de Futbolîstê vê klûbê, navbirê berê yê tîma Ermenîstanê Henrîkh Mxîtaryan behsa Ermenîstan û kevneşopiyên Ermenîstanê dike.

Mxîtaryan di vîdyoya bi navê “Tu ji kîjan welatî yî” de adetên Ermenîyan eşkere dike, behsa lîstikvanê xwe yê hezkirî yê futbolê û serkeftinên werzişvanên Ermenî dike.

Henrîkh Mxîtaryan li ser pirsa tu ji kîjan fîlmê ermenî hez dikî, fîlma “Dayik” ya li ser Qirkirina Ermenîyan ferq dike.

Ermenî çawa nin? Mxîtaryan bi sê peyvan behsa taybetmendiyên ermeniyan kir û got: “bişirîn, heval û dilgeş.”

Di dawiyê de, Henrîkh bi ermenî “Inter pêş” nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button